HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Lêgerînerên jiyaneke watedar li çiyayên Kurdistanê dicivin. Yên dilmezin li refên gerîla tên cem hev. Ji ber ku jiyana gerîla jiyaneke derwîşane ye. Ji bo dilên şoreşger, êdî her nefes û her gav ji bo jiyaneke watedar e.

Li çiyayên Kurdistanê, di salên herî xweşik ên ciwaniya xwe de, Newal Mêrdîn, bi navê xwe yê rast Nûdem Kurt, yek ji wan jinên ciwan bû ku bi bilindahiya şoreşê bawer kir, ew di dilê xwe de hîs kir û tu carî ji têkoşînê rûyê xwe venegerand. Bi dilê xwe yê pak û zelal, dema tevlî refên şoreşê bû, bi bê tirsî û bi ruhê fedayî tevlî lêgerîna heqîqetê bû. Newal Mêrdîn bi fedayî li ser dijmin meşiya û gihîşt mertebeya şehadetê. Ya ku li pey xwe hişt, berpirsiyariya wê ya li hemberî gelê xwe û girêdana wê ya bi jiyana azad re bû; her wiha çawa divê ev girêdan were jiyîn.

“Ew Her Dem Li Pey Heqîqetê Bû”

Malbata Kurt di salên 90’î de, ji ber zext û şewitandina gundan li Kurdistanê, koçî Îzmîrê kir. Nûdem gava xwe ya yekem a jiyanê dûrî welatê xwe avêt. Ji temenekî biçûk ve bû şahida zextên ku dijmin li dijî gelê Kurd dikir. Nûdem bi vê hişmendiyê dest bi lêgerîna heqîqetê kir. Pêşî tevlî xebatên ciwanan bû. Di temenekî ciwan de, bi ruhê şoreşgerî yê ku di xwe de afirandibû, cihê xwe di xebatan de girt. Bi berpirsiyariya ku xebatan dabû wê, bi bê tirsî tevlî bû.

Çiqas jî bi hestên xwe yên herî pak û bi hemû berxwedaniya xwe li pey heqîqeta xwe ya winda bû geriya, ew her dem hay ji wê yekê hebû ku di vê lêgerînê de aliyek her tim kêm dimîne. Hesreta wê ya Kurdistanê ji hişmendiya wê ya li ser kokên xwe dihat. Nûdem çiqas jî hay jê hebû ku ew ji bo armancekê têdikoşe, lê ew jî dizanibû ku ev têkoşîn, ger li cihê ku heqîqet lê winda bûye, ango li Kurdistanê were meşandin, dê wateya wê hê zêdetir bibe. Ji ber vê yekê jî ew her dem xeyala têkoşîna bêeman a li Kurdistanê di dilê xwe de dikir.

“Ew Li Kurdistana Ku Hesreta Wê Dikşand û Xeyala Wê Dikira Bû”

Di sala 2014’an de, piştî ku yek ji xizmên wê li Amedê ji aliyê dijmin ve hate îdamkirin, soza tolhildanê da û bi kelecan û heyecana gavavêtina ber bi azadiyê ve di dil û rihê xwe de, tevlî refên gerîla bû. Ev tevlîbûna xwe bi daxwaz û baweriyeke mezin pêk anî. Ji ber ku ji bo wê, rêya yekane ya ku mirov bibe gel, bi dîrok, çand, ziman û hesta hebûna xwe bijî, ew bû ku xwe bide nava têkoşînê. Dilê xwe heta dawiyê ji rastiyê re vekir û baskên xwe ber bi refên têkoşînê ve vekir.

Nûdem êdî li welatê ku hesreta wê dikşand bû, ango li Kurdistanê bû. Nûdem êdî bi navê Newal têdikoşiya. Newal ji rastdariya gerîla û ji têkiliyên hevaltîyê bi awayekî kûr bandor bû. Ji ber ku ew dûrî Kurdistanê mezin bûbû, di destpêkê de di jiyana çiyê de zehmetî kişand. Lê tu carî vê zehmetiyê wek astengiyekê ji bo xwe nedît û bi ser van zehmetiyan de çû.

Nûdem wek çiyayekî bû ku hevalên wê dikaribûn pişta xwe bidinê. Bi hemû aliyên xwe ew bawerî dida hevalên xwe û wan perwerde dikir. Bi taybetmendiyên şoreşgerî yên ku di xwe de hildigirt, li her derê ku diçû bala herkesî dikşand.

“Bi Jiyana Xwe Rêzdarî Afirand”

Newal hê berî ku tevlî gerîla bibe, wek jineke ciwan ku gava xwe avêtibû refên têkoşînê, ji xwe re armanc kiribû ku pîvanên gerîlatiyê, şêwaza jiyana PKK’ê û prensîba jiyana azad di kesayeta xwe de biafirîne. Ew di nava lêgerîna wê de bû ku bê fikar û bê guman xwe bi jiyanê re yek bike. Ji ber vê yekê jî li her derê ku diçû, jiyanê bi rêzdarî diafirand. Bi derbasbûna demê re, di her wateyê de dest bi kûrbûnê kir. Bi perwerdeyên ku dît, xwe hê zêdetir hişyar kir û li hemberî dijmin xezebeke mezin hîs kir. Ji ber ku wek gelê Kurd hay jê bû ka ew di nav çi qirkirinê de ye. Newal, dilê ciwan ê şoreşê, bi sekna xwe, bi şêwaz û sohbetên xwe, cihê ku tê de bû ber bi rêkûpêkî û disîplînek zêdetir ve dibir. Di van mijaran de ew her dem rola pêşengiya xwezayî dilîst.

“Her Dem Xwe Li Hemberî Gelê Xwe Berpirsiyar Dît”

Newal bi perwerdeyên ku dît, hay ji rastiya xwe bû û ji bo ku di prensîbên azadiya jinê de hê zêdetir kûr bibe, her dem di nava hewldanekê de bû. Di hemû xebatên ku tê de cih girt, xwedî seknêke çalak û serketî bû. Newal, wek gerîlayeke YJA-STAR, xwe her dem li hemberî gelê xwe berpirsiyar dît û xwest hemû êrîşên ku li dijî gelê Kurd pêş dikevin bêbandor bike. Li herêma Metînayê, ji bo pêkanîna erkên demê, bi kelecan û coşeke mezin tevlî xebatan bû.

“Her Dem Xeta Fedayîtiyê Esas Girt”

Gerîla Newal li hemberî êrîşên dijmin ên ku dikaribûn pêş bikevin, her dem destê wê li ser tetîkê bû. Ew her kêliyê hevalên xwe yên ku di berxwedana destanî ya li herêma Metînayê, ji Zendûra heta Girê Hekarî, bi ruhê fedayî şehîd bûbûn, bi bîr dianî û dixwest ji wan re hêja be. Ji ber vê yekê, li hemberî êrîşên dijmin ên ku dikaribûn li qadê pêş bikevin, her dem hem xwe hem jî hevalên xwe amade dikir.

Di êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk li herêma Metînayê di 16’ê Hezîrana 2024’an de dest pê kir, gerîla Newal ji bo tola hevalên xwe yên şehîd û gelê Kurd hilîne, her dem li pey lêdana dijmin bû. Wekî di jiyanê de, di şer de jî ji hevalên xwe re mînak bû. Gerîla Newal di 30’ê Hezîrana 2024’an de, di salvegera şehadeta fermandara fedayî Zîlan de, xwest li dijî dijmin çalakiyeke tolhildanê ya bihêz pêk bîne. Di vê çalakiyê de, bi hevalên xwe Jîyan û Dijwar re, ku dilên wan jî wek yê wê ji bo azadiyê lê dida, bi ruhê fedayî li dijî dijmin şer kir û gihîşt mertebeya şehadetê.

Rê bi meşê tê derbaskirin. Heqîqet bi lêgerînê tê dîtin û mirov xuyakirina vê yekê di bîr û hebûna xwe de kêlî bi kêlî dijî. Rastî ev e ku rûmeta bûna kesekî/ê divê neyê pelçiqandin û bendên ku li pêşiya hebûnê hatine kişandin divê bên rakirin. Gerîla Newal, di rêya ku ji bo vê derketibû de, bû yek ji wanên ku hemû astengiyên li pêşiya hebûna herdemî wek neferake nemir ji holê rakirin. Mîrata herî mezin a ku wê ji gel û hevalên xwe re hişt jî ev bû: bûna deng, nefes û rihê jiyaneke bi rûmet. Ev rih ew rastiya yekane ye ku heta hetayê dê bijî.