Di bin siya kiryarên pergalên zordest û pêvajoyên perçiqandina bi rêkûpêk ên li dijî civakekê de, şoreşa li dijî van kiryar û pergalan dibe rastiyek ku divê ew civak bigihîje wê.
Em vê rastiyê di dîroka gelê Kurd de bi awayekî zelal dibînin; gelê Kurd ji kevn de li dijî dagirkerî û kolonyalîzma ku ji aliyê çar dewletên neteweperest ve li ser erdnîgariya Kurdistanê tê kirin têkoşiya ye. Ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî û dîrokî ya kevnar û ji bo teslîm nebûna li ber siyasetên zordest ên wan pergalan, gelê Kurd gelek qurban dane.
Ji aliyekî din ve em dibînin ku şoreşa Kurdistanê ne tenê şoreşa Kurdan an Kurdistanê ye; ew şoreşa Ereban, Tirkan, Farisan, Asûriyan û nijad û hindikahiyên cuda yên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn e. Ew şoreşa mirovê azad li dijî kolonyalîzmê û hêzên paşverû ye; şoreşa vejandina dîrok û çanda Rojhilata Navîn û hemû bingeh û nirxên civakî yên van pêkhateyan e.
Gelek kesayetên şoreşger ên enternasyonal beşdarî şoreşa Kurdistanê bûn. Hin ji wan di vê şoreşê de rolên girîng lîstin û navê enternasyonalîzmê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsandin. Li vir em dikarin gelek navan bibêjin, di nav wan de: Heqî Qerar, Kemal Pîr, Rojbîn Ereb, Qadir Usta, Uta Alman û Ronahî Alman. Ji ber ku wan şoreşa rizgariya Kurdistanê wek şoreşa xwe dît û bawer kir ku têkoşîna gelê Kurd li dijî zordestî û kolonyalîzmê, têkoşîna hemû gel û pêkhateyên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Di nav van kesayetên şoreşger ên navdar de em her wiha "Enter Mihemed Hemîd", bi navê xwe yê tevgerî "Kendal Ereb", bi bîr tînin.
Heval Kendal Ereb di sala 1977an de li parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê, ji dayikeke Kurd û bavekî Ereb, ji dayik bû. Ew di malbateke welatparêz de mezin bû ku bi biratiya gelan û jiyana hevbeş bawer dikir. Heval Kendal piraniya rojên zarokatiya xwe li bajarê Reqayê derbas kir. Ji ber rewşa aborî ya dijwar a malbata xwe, di temenekî biçûk de dest bi kar kir da ku ji aliyê madî ve alîkariya bavê xwe bike. Heval Kendal nasnameya xwe ya Ereb înkar nekir, belkî pê serbilind bû; lê ev serbilindî li pêşiya naskirin û rêzgirtina çand û gelên din nebû asteng. Berevajî, ji zarokatiyê ve daxwaza naskirina hemû çandan hebû, bi taybetî jî, ji ber nasnameya dayika xwe ya Kurd, çanda Kurdî. Wî girîngiyeke mezin da ku Kurd û doza Kurd ji nêz ve nas bike.
Eleqeya wî ya mezin bi doza Kurd re kir ku ew rastiya rejîma Baas a şovenîst û kiryarên wê yên keyfî li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî li dijî Kurdan, baştir nas bike. Wî fêm kir ku siyasetên rejîma Baas armanc dikin nakokî û pevçûnên etnîkî û mezhebî biafirînin, di nav pêkhateyên Sûriyeyê de krîzên civakî derxin û bi taybetî nasnameya çandî û dîrokî ya gelê Kurd înkar bikin. Heval Kendal, wek mirovekî Ereb ê azad, ji ber ku van kiryarên bi rêkûpêk û rewşa trajîk a gelê Kurd qebûl nedikir û bi biratiya gelan û qedera hevbeş bawer dikir, biryar da ku ramana Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas bike.
Piştî ku heval Kendal armanc, prensîb û îdeolojiya Partiya Karkerên Kurdistanê nas kir, gelek bandor lê bû û daxwaza wî ya kûrbûna di armancên partiyê de zêde bû. Her ku partî nas dikir, fêm dikir ku Rêber Apo bi raman û felsefeya xwe armanc dike hemû gelên Rojhilata Navîn ji zilm û hovîtiya pergalên zordest rizgar bike, ne tenê Kurdan. Her wiha fêm kir ku Tevgera Azadiyê bi şoreşa xwe dikare çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn, ku hêlîna hemû çandan bû û li ser bingehên jiyana hevbeş û qedera hevbeş a hemû pêkhateyan ava bû, ji nû ve vejîne. Piştî ku heval Kendal van hemû rastiyan fêm kir, biryar da bibe parçeyek ji vê têkoşînê; di sala 1993an de tevlî Tevgera Azadiyê bû û bi nasnameya xwe ya Ereb di Partiya Karkerên Kurdistanê de bû kadroyekî pêşeng.
Piştî tevlîbûna rêzên şoreşê, heval Kendal beşdarî gelek karên partiyê bû û li cihên cuda di gelek çalakiyên civakî yên partiyê de cih girt. Di demeke kurt de li hember karên ku ji aliyê tevgerê ve ji wî re hatibûn spartin gelek biryardarî û dilsozî nîşan da. Di encamê de bawerî û rêza hemû kesên derdora xwe bi dest xist, zû bi hemû hevalên rêya xwe re li hev hat û di dilê wan de cihekî taybet ji xwe re çêkir.
Piştî ku heval Kendal beşdarî gelek çalakiyên partiyê bû û gelek erkên şoreşgerî yên ku tevgerê jê xwestibû bi awayekî herî baş bi cih anî, hevdîtina bi Rêber Apo re her dem yek ji armanc û daxwazên wî yên herî girîng bû. Di wê demê de daxwaza hemû têkoşer û kadroyên partiyê ew bû ku, heta ji bo çend kêliyan be jî, bi Rêber Apo re hevdîtin bikin. Ji ber vê yekê, ji bo pêşxistina kapasîteya xwe ya fikrî û leşkerî wek kadroyekî pêşeng û analîzkirina kesayeta xwe ji hemû aliyan ve, pêşniyar kir ku here qada perwerdeyê û li nêzî Rêber Apo bimîne. Li ser pêşniyar û daxwaza wî, hat pejirandin ku ji bo perwerdeyê were şandin Akademiya Leşkerî ya Îdeolojîk.
Mayîna li nêzî Rêber Apo di hemû aliyan de guhertinên kûr û berfireh di kesayeta heval Kendal de çêkir. Ramanên azadîxwaz ên Rêber, ku çareserî û aştiyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dihewîne, kir ku ew kesayeta xwe berfirehtir nas bike. Wî her wiha fêm kir ku hêza mirov ji her tiştî bihêztir e û mirov dikare bi wê hemû asteng û dijwariyên li pêşiya xwe derbas bike, bi şertê ku bi xwe û gavên xwe bawer be û rastiya bilind a ku ji bo wê têdikoşe û hewl dide bigihîje wê nas bike. Hevdîtina wî bi Rêber Apo re, nêzî sê salan mayîna li kêleka wî û perwerdeya ku li dibistana wî ya îdeolojîk wergirt, kir ku ew bi temamî ji erkên şoreşgerî yên ku li qadên cuda yên têkoşînê li benda wî bûn û asteke bilind a îrade û biryardariyê dixwestin agahdar bibe.
Piştî komploya navneteweyî ya sala 1999an ku Rêber Abdullah Ocalan kir hedef, heval Kendal nikaribû vê komployê û encamên wê yên karesatbar, ango dîlgirtina Rêber Apo ji aliyê hêzên emperyalîst ve, qebûl bike. Wî fêm kir ku komploya navneteweyî ne tenê dîlgirtina Rêber dike armanc, lê belê dixwaze rastiya hemû gelên Rojhilata Navîn û hewildanên aşitî û demokrasiyê yên ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn bi rê ve dibir, tecrîd û dîl bike. Heval Kendal, wek yek ji şagirtên Rêber ji pêkhateya Ereb, ji bo ku girêdana xwe ya bêdawî bi Rêber Apo re ji hemû kesan re nîşan bide, biryar da daxwazên qonaxa nû hilgire û ber bi çiyayên pîroz ve here da ku bi hevalên rêya xwe re li dijî hêzên ku Rêber Apo kiribûn hedef dest bi têkoşîna çekdarî bike.
Tevî şertên dijwar ên jiyanê li çiyayên bilind, wî wek ciwanekî şoreşger bi nasnameya xwe ya Ereb di demeke kurt de xwe bi jiyana nû ya li çiyê re guncand. Di dema mayîna li çiyan de beşdarî gelek karên girîng bû û ji aliyê rêveberiya tevgerê ve gelek erk ji wî re hatin spartin. Girêdana wî bi armanc û prensîbên xwe re bi awayekî eşkere li ser jiyana wî xuya bû. Ji ber girêdana xwe bi Rêber û tevgerê re, girîngiyeke mezin dida erkên ku partiyê jê dixwest û karê xwe gelek pîroz didît. Wî her dem di nav hevalên xwe de girêdan û hezkirina xwe ya ji Rêber re bi van gotinan îfade dikir: "Ez hêz û hezkirina xwe ya jiyanê ji Rêber Apo digirim. Min sê salan ji Rêber kedeke pîroz wergirt. Niha ez di jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl didim vê qenciyê ji Rêber re vegerînim."
Heval Kendal girîngiyeke mezin dida jiyana rojane û têkiliyên hevaltî. Wî xeletî û kêmasiyên tu kesî qebûl nedikir û destûr nedida ku kesek jiyana partiyê, ne ji hundir û ne ji derve, xirab bike. Jiyana partiyê ji bo wî jiyana Rêber û şehîdan bû û pîroz bû; tu kesî mafê destdirêjîkirin an guherandina wê nebû. Tevî ku gelek caran beşdarî karên dijwar dibû, ken ji rûyê wî kêm nedibû. Bi nermî, sadebûn û moralê bilind ê ku di jiyana rojane de hebû, hezkirin û rêza hemû hevalên derdora xwe bi dest xist. Ew bû nimûneya kadroyê pêşeng ê enternasyonal ku ji bo gihîştina armancên bilind têdikoşe û her tiştî feda dike.
Piştî rêwîtiyek tijî têkoşîn û berxwedana domdar, dema ku li Herêmên Parastina Rewa erkên xwe yên şoreşgerî pêk dianî, di 16ê Kanûna 2007an de herêma Kortek a li Çiyayên Qendîl ji aliyê balafirên dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve hat bombebaran kirin. Di encama wê êrîşê de, heval Kendal Ereb bi çar hevalên din re şehîd bû û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Di tevahiya rêça xwe ya têkoşînê de, wek kadroyekî pêşeng di nav hevalên xwe de nimûneya herî bilind a kesayeta şoreşger bû. Bi biratiya gelên Rojhilata Navîn û qedera hevbeş bawer dikir. Tu carî li pey armanc an daxwazeke kesane, ji bo erk û meqaman an tiştekî din ê bi vî rengî neçû; belkî bi her tiştê ku hebû ji bo gihîştina armanca herî bilind, ango azadî û biratiya hemû gelan, têkoşiya. Bi şehadeta xwe mîrateyeke mezin a şoreşgerî ji nifşên bê re hişt.
