HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“Ramanê bê dem û bê cih rêbaza metafîzîk e.”

Di manifestoyê de pir eşkere tê vegotin: “xweparastin di kîjan mercan de pêwîst dibe?” Dibêje: “Ger hebûn were înkarkirin, ger azadiya raman û rêxistinê tune be, serhildan derdikeve û xweparastin tê kirin.” Ji bilî wan mercan, ger pirsgirêka hebûnê tune be, û ger azadiya raman û rêxistinê hebe, û ger avahiyeke demokratîk hebe ku van di xwe de bigire, êdî divê tu hêza ramanê derxî holê, xwe rêxistin bikî, civakê rêberî bikî, di civakê de bi hêza ramanê bibî xwedî bandor, bandora siyasî çê bikî. Lê ger bibêjî: “Na, ez ramanê naxwazim, ez dixwazim bi şer bandorê ava bikim,” ev nabe.

Hin derdorên çep xwedî têgihiştinek in ku dibêje: çiqas zêdetir tundî bikar bînî, ewqas zêdetir şoreşger î. Wan biryara me ya devberdana stratejiya têkoşîna çekdarî û bidawîkirina wê jî wisa rexne kirin, wek devberdana şoreşgeriyê nirxandin. Ev bi vê yekê qet têkiliya xwe tune ye. Tu rêbaza têkoşînê bi serê xwe ne şoreşger e ne jî reformîst e; ev girêdayî ye bi bikaranîna wê li cih û dema xwe. Ger rêbazeke têkoşînê li cihê rast were bikaranîn û bibe sedema pêşketineke şoreşgerî, ew rêbazeke şoreşgerî ye. Bila şer be an aşîtî be, siyaset be, hiqûq be, propaganda be, huner be, çi dibe bila bibe. Lê ger şêwazeke têkoşînê li cih û dema xwe bibe sedema pêşketineke rast nebe, nikare bê gotin: “Binêrin, em tundiyê bikar tînin, em şoreşgeriyê dikin.” Ev şoreşgerî nabe û roleke wisa naleyîze.

Şoreşger bûn an nebûna rêbazeke têkoşînê bi asta tundiyê nayê pîvandin. Bi rola wê ya îdeolojîk tê pîvandin. Îro têgihiştin û xetên ku ji sîstemê re pir cudahiya îdeolojîk nînin, û di meylên sereke yên îdeolojîk de hevparî bi wê re hene, ji ber ku nikarin têkoşîneke îdeolojîk bimeşînin da ku xwe wek şoreşger nîşan bidin, tundiyê tînin rojevê. Çiqas tundî bikar bînî, ewqas şoreşger î! Halbûkî hemû desthilatdarî jî li dijî hev wisa dikin, ji ber ku mentiqê desthilatdarî wisa ye, xet û zêhniyet wisa ye. Ev jî şaş e. Tu guhertineke îdeolojîk nake, lê ji ber ku tundiyê bikar tîne, xwe şoreşger dihesibîne.

Dema em xweparastinê fêm dikin, dema em tundiyê fêm dikin, divê wisa fêm bikin, da ku têgihiştina şaş a tundiyê çê nebe. Divê ev parastina civakê be. Me got: hebûn bê parastin nabe. Ger pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ger civaka Kurd xwedî mafan be, ger jiyana wê ya azad hebe, divê parastina wê jî hebe. Lê çawa dibe? Em ji niha nikarin tiştekî di derbarê çawaniya wê de bibêjin. Li ser bingeha xweparastinê şer dikare careke din bikeve rojevê; em nikarin bibêjin ku dê yekser çareserî çê bibe. Lê ger çareseriyên qanûnî û destûrî çê bibin, ger sîstemeke ku azadiya Kurdan pêşbînî dike were avakirin, wê demê dê xwe-îdareyên wan jî hebin, hêzên parastinê yên xwe-îdareyan hebin, asayîş hebin, polîs û tiştên wisa hebin. Xweparastin dikare bi vî awayî were çareserkirin.

Ger demokratîkbûn pêk hatibe, azadiya raman û rêxistinê pêk hatibe, azadiyeke qismî hatibe dabînkirin, mafên Kurdan hatibin dayîn û sîstemeke demokratîk derketibe holê, wê sîstemê bêguman çareseriyeke xweparastinê hebe, ji ber ku bê xweparastin nabe. Wê demê hewcedarî bi rêxistinên veşartî namîne. Ji ber ku ew êdî ne veşartî ye, rêxistina qanûnî ye. Dikare hem li hemberî dewletê qanûnî be, hem jî di nav xwe-îdareya demokratîk de qanûnî be. Rêberî dibêje: “Şaredarî û walîtî bibin yek û bi hilbijartinê werin.” Mînak, li gelek welatan sîstem wisa ne. Bila em ji vê re bibêjin rêveberiya herêmî. Ger wisa be, mînakî hemû hêza polîsê li wê parêzgehê, heta hêza jandarmayê jî, di bin rêveberiya rêveberiya herêmî de dibe; di heman demê de ew hêzên parastinê yên wê herêmê ne. Ev girêdayî ye bi çawaniya pêşketina çareseriyê. Li vir ya girîng ew e ku bê xweparastin çareserî nabe, bê xweparastin hebûn û azadî nabe.

Dema em difikirin, divê em nebêjin ku tenê gerîla heye û divê her tişt li wê bibe; an ger gerîla tune be, an artêşa rêkûpêk tune be, wê demê tu parastin nabe. Rojava xwedî asayîşeke 30 hezar kesî ye. Di hemû operasyon û çalakiyên plansazkirî yên li dijî DAIŞê de cih girt û rol leyîst; di heman demê de ew hêza çalakiyê ye.

Cih û dem girîng in. Rêberî got: “Em jî bi awayekî diyalektîk difikirin.” Hin kes hene ku li dijî diyalektîkê ne jî, lê bêyî ku em her tiştê mutleq bikin, em ê cih û demê esas bigirin. Tu tişt bê dem û bê cih nîne. Ramanek nikare her dem û li her derê bi heman awayî derbasdar be. Li cihêk derbasdar dibe, li cihê din nebe. Li vî cihî û di vê demê de derbasdar dibe, ji bo van mercan guncaw dibe; lê sibê merc diguherin û ew bêderbasdar dibe, divê were guhertin. Ramanê bê dem û bê cih rêbaza metafîzîk e. Divê bi awayekî teqez ji wê dûr bimînin.

Ger em wisa nekin, em nikarin ji tu pirsgirêkê re çareserî bibînin. Bi şêwaza fikirîna teng, rasteqînî û yekalî, em nikarin ji tu pirsgirêkê re çareserî bibînin. Em tiştê ku divê di dawiyê de bê gotin, di destpêkê de dibêjin; dema em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, çareseriyan jî vediguherînin pirsgirêk. Ji ber vê yekê, erê, ramana çareseriyê ramaneke bi dem û bi cih e. Divê em xweparastinê jî bi vî awayî bigirin dest. Rêberî ew danasîn kiriye û wek taktîka bingehîn jî pêşkêş kiriye. Em dibêjin têkoşîna me ya siyasî ya demokratîk li ser stratejiya me ya bingehîn, li ser xweparastinê û li ser hiqûqa yekpare/tevahî hatiye avakirin. Em dikarin wisa jî vegotin.

Armanca me ew e ku li ser bingeha demokratîkbûnê siyaseteke demokratîk a qanûnî bimeşînin. Ger derfetên vê derkevin holê û ger binyadeke hiqûqî ya pêwîst were çêkirin, em ê rêxistin û têkoşîna qanûnî esas bigirin. Di vê rewşê de em ê nebêjin: “Em ê xwe bi awayekî neqanûnî rêxistin bikin.”

Ev dikare bê gotin: Şoreşgerî bi qanûnîbûn an neqanûnîbûnê nayê pîvandin. Qaydeyek tune ye ku bibêje: ger tu neqanûnî bî, tu şoreşger î; ger tu qanûnî bî, tu şoreşger nînî. Ger tu li cihê ku divê qanûnî bî neqanûnî bibî, tu xwe wek şûtirmelekê di axê de vedişêrî. Lê ger tu li cihê ku neqanûnîbûn pêwîst e qanûnî bibî, tu wek teyrê tê nêçîrkirin, û tu ê tu derfeteke parastin û xweparastinê nebînî. Ji vê aliyê ve jî divê di vê mijarê de têgihiştina şaş tune be.

Divê nebêjin ku neqanûnîbûn şoreşgerî ye, qanûnîbûn reformîzm e, dûrketina ji şoreşgeriyê ye, û ji ber vê yekê ji bo ku mirov şoreşger be divê mutlêq neqanûnî be. Neqanûnîbûn û qanûnîbûn li gorî mercên siyasî yên heyî dikevin rojevê. Di hawîrdoreke ku siyasetê demokratîk dixebite de, bêguman tu bi awayekî qanûnî xwe rêxistin dikî, karê xwe dimeşînî, dixebitî û têdikoşî. Lê ger siyasetê demokratîk nexebite, ger li ser azadiya rêxistin û derbirînê zextên giran hebin û ev werin astengkirin, wê demê ji bo hebûnê, ji bo jiyan û têkoşînê, tu dikarî rêxistinên nîv-qanûnî û neqanûnî jî ava bikî.

Ger înkar hebe, ger li pêşiya azadiya derbirîn û rêxistinê astengiyeke temam hebe, wê demê tu bi tevahî bi awayekî neqanûnî dixebitî, xweparastinê dikî, şer dikî û berxwedan dikî. Wate hemû van tiştan girêdayî mercên siyasî ne.

Ew tiştê ku em bi bangewaziya Rêber Apo û manifestoyê dixwazin, ber bi ku ve diçe? Em dixwazin bibin tevgera qanûnî û yasayî. Em dixwazin nirxên ku bi têkoşîneke 50 salî ya li ser bingeha neqanûnî derketine holê, qanûnî bikin. Em dixwazin demokrasiya Tirkiyeyê li gorî vê biguherînin. Em dixwazin hebûna Kurd û rêveberiya wan li ser bingeha van nirxan bi awayekî sazûmanî ava bikin, da ku mayînde be. Wê demê ew zêdetir mezin dibe, mayînde dibe û tê jiyîn. Ger em nikaribin wisa bikin, hemû berhevokên ku têkoşîna me ya mezin, ku me bi dayîna evqas berdêlan meşandiye, derxistine holê, dê vala biçin û winda bibin.

Ji bo ku ev mayînde bibin, pêwîst e rêyên jiyanê bi sîstemên dewleta-neteweyê re, bi awayekî, û rêyên qanûnîbûnê bên dîtin. Têkoşîna siyasî têkoşîneke wisa hişk e. Ji vê aliyê ve divê wateya guhertin û veguherînê baş were zanîn. Hedefa me ew e ku qanûnî bibin, bikevin nava çarçoveya qanûnî. Hemû nirx dê mayînde bibin; nexwe ew ê me jî ji ser rûyê erdê bisilînin û tune bikin.

Aliyê me yê esasî ber bi pêşxistina rêxistin û têkoşînên ku siyasetê demokratîk bimeşînin ve ye. Em ê rêxistina siyasetê demokratîk a qanûnî pêş bixin; cihê ku em tê de kêm in ew der e, cihê ku divê em tê de bihêz bin ew der e. Aliyê me ber bi wir ve ye. Em dixwazin bi wî awayî xwe rêxistin bikin. Dewlet wê vê yekê nede me; em ê xwe rêxistin bikin.